Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê ya Dêra Zorê dest bi kirîna hilberîna genim kir.
Li gel van şewatan Rêveberiya Xweser lez daye xebatên xwe yên wergirtina genim û ceh.
Şirîketa Pêşxistina Civaka Çandinî ya Dêrazorê navendên wergirtina genim amade kirine.
Şirîketê navenda Hefet Kîlometer, navenda Eşra û navenda Mehlecê vekirine û ji bo wergirtinê karmend erkdar kirine.
Navend li gorî nirxên nû yê kirina genim ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirine genim, werdigire, ku her kîloyek bi 315 lîreyên Sûriyê ye.