Li dijî darvekirina 3 ciwanan li Îranê, duh welatiyên bajarê Behbehan yê Îranê xwepêşandan lidarxistin.
Lê Hêzên Ewlehiyê li dijî xwepêşandêran rondikrij bi kar anîn û rê li pêşiya wan girtin.
Piştî vê yekê xwepêşandêr belavî derverên din ê welêt bûn û xwepêşandan lidar xistin.
Xwepêşandêran bi awayekî girseyî siloganên ” netirsin, netirsin, em bi we re ne” qîr kirin.
Li bajarê Şîraz ê Başûrê Îranê jî xwepêşandêr derketin kolanan.
Ji bo pêşîgirtina li xwepêşandêran hêzên Îranê li bajarê Şîraz, Meşhed, Esfehan, Tebrîz û li Tehranê belav bûn.
Rêjîma Îranê, 3 ciwanên 20 salî ji ber ku meha mijdara borî beşdarî xwepêşandanan bûbûn bidarvekirin.
Li gorî rêxstina Efûya Navneteweyî, Îranê di sala borî de 251 kes darvekirine.