Li parêzgeha Zîqarê 2 mayîn bi karwanekî lojistîk ve teqiyan

Duh li parêzgeha Zîqarê 2 mayîn bi karwanekî barhilgirên Îraqî ku piştgiriya lojistîk hildigirtin, teqiyan.

Li gorî agahiyan, ti ziyanên canî çênebûn. Tenê ziyan gihîşt hin barhilgiran.

11 vê mehê jî, çekdarine nenas li parêzgeha Dîwaniyê agir bi 3 barhilgiran xistibû ku piştgiriya lojistî ji hêzên Amerîkî û Koalîsyonê re dibir.

Berî niha hêzên Şîyî di nav de Tabûrên Hizbullaha Iraqî, gef li hêzên Amerîkî xwaribû ku eger li gorî biryara parlamena Iraqî ji Iraqê venekişin, ew ê wan bikin armanc.

Back to top button