Li Meletiyê erdhej

Li navçeya Şîro ya Meletiyê yê bakurê Kurdistanê erdhejek bi pileya 5.7 pêk hat. Erdhej a ku 7 km di bin erdê de pêkhat li herêmên derdor jî hate hîskirin.   

Erdhej di saet 12:27’an de li gundê Tepehan ê navçeya Şîro ya Meletiyê çêbû.

Li gorî Rasatxaneya Kandiliyê erdhej 7 kîlometre di bin erdê de bi pîleya 5.7’an pêk hatiye.

Waliyê Melatiyê Aydin Baruş got, heta niha li herêmê ti rewşek metirsiyê derneketiye.

Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Velî Agbaba jî ragihand ku 2 xanî hilweşiyane.

Lê têkildarî birîndar û kesên jiyana xwe ji dest dayî ti agahî ne hatin parvekirin.

Di serî de Xarpêt û Amed erdhej li gelek bajarên herêmê jî hat hîskirin.

Back to top button