Li parêzgeha Selahedîn a Iraqê 6 çeteyên DAIŞ’ê di operasyonên taybet de hatin girtin.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand, ku wan li dijî Veşartgeh û şkeftên DAIŞ’ê operasyonek pêk anî.
Fermandariyê da xuyakirin ku bi piştevaniya artêş û Koalîsyona Navneteweyî, operasyon li Wadî El-Sersar a parêzgeha Selahedînê pêk hat.
Di encama vê operasyonê de, 6 çeteyên DAIŞ’ê li deverên cuda hatin girtin.
Di çarçoveya liv û tevgera DAIŞ’ê de, çavkaniyeke leşkerî ji parêzgeha Nînewayê da zanîn ku li rojavayê parêzgehê, hevjîn û kurê serbazekî artêşê, bi destê DAIŞ’iyan hatin kuştin.
Tevî zêdekirina operasyonên leşkerî li dijî şane û bermahiyên DAIŞ’ê jî, lê hê jî tevgera wan li gelek parêzgehên Iraqê tê dîtin.