Desteya Tenduristiyê: Kesekî din nexweş ket û yekî jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê mirina kesekî din ragihand.

Desteya Tenduristiyê îro ragihand ku kesekî 60 salî li bajarê Qamişlo bi vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest da.

Desteyê her wiha eşkere kir jî ku kesekî din li Şehbayê bi nexweşiyê ketiye û 5 kesên din jî baş bûne.

Bi van daneyên nû, jimara pêketiyan li seranserî herêmê dibe 205, ji wan 26 baş bûne, 14’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button