Li Kobanê di encama teqîna kana keviran de 4 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Kobanê di encama teqîna kana keviran de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn.

Teqîn li kana El-Cezîrê ya keviran a li gundê Hemdon ya Kobanê di encama şaştiyek di danîna teqemeniyan de pêk hat.

Di encamê de 4 kes jiyan xwe ji dest dan,

Navê kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Ebdilah Nariko, Mihemed Arif, Xelîl Arîf. Navê kesên din jî nehat zelalkirin.

4 kes jî birîndar bûn û ew birin nexweşxaniya Minbicê.

Back to top button