Hewldanên aliyên Lîbî ji bo gihîştina lihevkirinekê ku dawî li aloziya welêt bîne, dewam dikin.
Herî dawî aliyan li hev kir ku bajarê Sirtê bibe navenda hikumeta nû û hêzeke hevbeş ji parastina vî bajarî were avakirin.
Hemwextî van lihevkirinan jî, ji ber rewşa xirab û qûtbûna kehrebeyê, li çend bajarên Lîbî, xwepêşandan tên lidarxistin.
Çavkaniyekê ji Parlemana Lîbî eşkere kir ku aliyên Lîbî li hev kir ku bajarê Sirtê bibe navenda Meclisa Serokatiya û Hikumeta nû.
Her wiha aliyan li ser avakirina hêzeke hevbeş ji fermandarên polîs û artêşê yên ji herêmên Berqa, Fezan û Terablusê, da ku Sirt û Cefrayê biparêze, li hev kir.
Berya niha jî, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihandibû ku bi hevkariya cîgirê Fayiz El-Serac, nûnerê herêma rojava û herêmên din, komîteyek ji bo rêvebirina dahatên petrolê hat avakirin.
Ragihandina berdewamkirina hilbirîna petrolê û derxistina wê, ya ji aliyê fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter gavek ber bi kêmkirina azarên welatiyan ve hat, lê hikumeta Wîfaqê ya Ixwanî ev gav red kir û wekî pirsgirêkekê li pêşiya xeta siyasî bi nav kir.
Li Terablus, Zilêtin û Xumes, xwepêşandan hatin lidarxistin
Li aliyekî din, ji ber têkçûna rewşa jiyanî û qutbûna elekitrîkê, li Terablus û bajarên rojavayê Lîbyayê, xwepêşandan hatin lidarxistin.
Li gorî çavkaniyan, xwepêşanderan agir li kolanan vêxist û rêyên sereke li Zilêtin û Xumes girtin.
Ev demeke xwepêşandan li Terablusê, ji ber astengiyên çeteyan rawestiyabûn, lê xwepêşander careke din li dijî têkçûna xizmetguzariyan û dewamkirina qutbûna kehrebeyê, daketin kolanan.
Meclîsa bajarê Terablusê, duh Pêncşemê bi daxuyaniyekê, piştgirî da mafê xwepêşandana aştiyane.
Meclîsê destnîşan kir ku hikumeta Serac di nava 5 salan de, ti pirsgirêkên gel çareser nekirine, ji ber ew li ser ti pilan û stratîjiyekê nameşe.
Ji 23’ê Tebaxê ve, li Terablus û bajarên rojavayê Lîbyayê, xwepêşandanên tund li dijî hikumeta Wîafqê ya Ixwanî tên lidarxistin û çeteyên Wîfaqê jî xwepêşander gulebaran kirin û hin ji wan revandin û hin jî binçav kirin.