Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrîş û topbarana xwe didomînin, duh jî gundê Hirbil ê kantona Şehbayê topbaran kirin.
Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker şevê din, gundê Hirbil ê kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran kir.
Li gundên Eyn Îsa û Girê Spî jî, dagirkeriya Tirk çeperan çêdikin.
5 barergeh û 33 nuqteyên çeteyan li gundên Eyn Îsa û Girê Spî hatine avakirin û derdora wan bi van çeperên beton hatine girtin.