Koalîsyona Welatên Erebî droneke bombebarkirî ya Hûsiyan rûxand

Hêzên Koalîsyona Welatên Erebî vê sibehê droneke bombebarkirî ya bêpîlot a Hûsiyan rûxand.

Berdevkê fermî yê Koalîsyonê Tirkî El-Malikî da xuyakirin, ku Hêzên Hûsî vê sibehê droneke bêbîlot ber bi bajarê Necran ê Erebistana Siûdî ve berdabû, lê hêzên wan berî ku dron bigihîje aramnca xwe, ew rûxand.

Hêzên Koalîsyona welatên Ereb duh jî droneke bombebarkirî ya Hûsiyan rûxandibû.

Back to top button