Li navenda Colemêrg û gundewarên wê, kal û astengdar jî di nav de, 22 kes hatin binçavkirin
Li navenda Colemêrgê û gundê Cevîzlî yê navçeya Çelê, îro danê sibehê polîs û leşkerên Tirk avêtin ser gelek malan.
Di serdegirtinê de, 3 welatiyên astengdar Dervîş Aydogdû, Nîmet Onal û Suleyman Erol jî di nav de, 22 kes hatin binçavkirin.
Hat zanîn, ku li navenda Colemêrgê jî 9 kes hatine binçavkirin.
Li gorî agahiyan, kesên hatine binçavkirin piranî jê extiyar û nexweş in û xizmên kesên ku hatine binçavkirin çûne Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê, lê belê emniyetê der barê xizmên wan de tu tişt negotiye.