Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Cebel El-Ekrad û bajarê Seraqibê topbaran kir.
Çavdêriya Sûrî ya mafên Mirovan ragihand ku duh çeteyan êrîşî nuqteyên hêzên hikumetê li eniyên Ketif Hesûn li Cebel El-Ekrad bakurê Laziqiyê û derdora bajarê Seraqibê kir.
Çavdêriyê her wiha diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê bajarokên El-Fitêra, Filêfl, El-Helûba, El-Enkawî û Benîn li başûrê Idlibê topbaran kir.