Şêniyên Helebê bi meşekê banga yekitiyê û parastina zimanê kurdî kirin.
Bertekên gel ên li dijî daxwaza ENKS’ê ya rakirina perwerdeya bi zimanê Kurdî û vegera li meteryalên hikumeta Şamê û hewldanên PDK’ê ya derxistina şerê birakujiyê zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi hildana pankartên banga yekitî û parastina zimanê Kurdî li beşê rojavayê taxa Şêxmeqûdê kom bûn û dest bi meşê kirin.
Di meşê de bi dengekî diruşmeyên banga yekitiyê û şermezarkirina hewldanên derxistina şerê navxweyî hate berzkirin.
Meş li qada Şehîd Destîna ya beşê rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê sekinî û çalakiyek hate lidarxistin.
Piştî deqeya rêzgirtin a bîranîna şehîdan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Henan Kedro û endama rêveber a Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zîlan Şêxo axivîn, girîngiya hevgirtinê û xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan destnîşan kirin.
Her wiha banga mezinkirina têkoşînê û parastina mafên gelê Kurd ê perwerdeya bi zimanê dayikê kirin.
Çalakî bi diruşmeyan bi dawî bû.