Li Rojavayê Helebê, çeteyên dewleta Tirk, nuqetyên hêzên hikumeta Şamê topbaran kirin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh bi şev û heta vê sibehê çeteyên Tirkiyê bi giranî êrîşî nuqteyên hêzên hikumetê li eniyên şer yên li Kerfer Te’al كفرتعال li rojavayê Helebê kir.
Li gorî agahiyên Çavdêriyê, di encamê de, 2 leşkerên hêzên hikumetê hatin kuştin.
Çavdêriyê her wiha diyar kir ku di heman demê de jî hêzên hikumetê deverên çeteyên li Filêfil, Sifûhin, Kensefera û Kedûra yên Başûrê Idlibê topbaran kirin.