Ji bûyer û kirinên çeteyan ên berdewam li Efrîna dagirkirî bûyerên revandinê rojne têne tomarkirin. Herî dawî çeteyên dewleta a dagirker 5 sivîl ji navçeya Bilbilê revandin. Li dijî van kirin û sûcên dagirkeriyê jî duh şêniyên navçeya Raco bi meşkê helwesta xwe li dijî wan nîşan da.
Li Efrînê dagirkirî, roj bêyî kirin û binêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan, derbas nabin û revandin bûye karekî sereke yê va çeteyan.
Herî dawî, çavkaniyek ji navçeya Bilbilê ji ajansa ANHA’yê re diyar kir ku çeteyan 5 sivîl ji gundê Bêkê yê navçeya Bilbilê, revandin.
Çavkaniyê destnîşan kir ku çeteyan
Ibrahîm Mihemed Miho (28)
Xêr El-Dîn Mihemed Şêxmûs (31)
Mihemed Derwîş (70)
Ehmed Mihemed Şêxmûs (20 )
û Şiyar Mihemed Şêxmûs (28)
di 12’ê mijdarê de revandin û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.
Li dijî dagirkeriya Tirk şêniyên Racoyê meşiyan
Li dijî van kirin û sûcên çeteyan, êdî şêniyên Efrînê xwedî helwest in.
Bi sedan şêniyên navçeya Raco ya Efrînê duh li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê meşek li dar xist.
Çavkaniyên ji navçeyê ji ajansa “Hewarê” re ragihand ku meş li dijî bê-aramiya li herêmê, rewşên xirab yên jiyanî û bihabûna kelûpelan, hate lidarxistin.
Kesên tevlî çalakiyê bûn diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên xwe berpirsên rewşa jiyanî û sûcên hovane yên li herêmê ne.
Piştî meşê, artêşa Tirk li dijî kesên ku derketibûn xwepêşandanê, dest bi girtin û binçavkirinê kir.