Hêzên dewleta Tirk karwanekek din a leşkerî ber bi Idlibê ve şand..
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şeva borî dewleta Tirk 20 maşîneyên leşkerî û alavên lojistîk derbasî herêma qaşo bê çek a Idlibê kirin.
Ji 2ê Sibata 2020 an ve û heta niha 10 hezar û 825 maşîne hatine derbaskirin.
33 leşkerên hikumeta Şam û çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Heman çavkaniyê diyar kir ku 33 leşkerên hikumeta Şamê û çeteyên DAIS di şerê 24 saetên dawî de, li biyabana Sûriyê hatin kuştin.
Li gorî Çavdêriyê, 19 jê ji hêzên hikumeta Şamê û 14 jî yên DAIŞê ne.