Şaredariya Gel a bajarê Reqayê kolanên bajêr paqij kirin.
Hêzên Asayîşê jî li seranserî bajêr bendên kontrolê danîne û Şaredariya Gel kolanan paqij dikin.
Di vê çarçoveyê de Şaredariya Gel a bajarê Reqayê pêngava paqijiyê li bajêr dewam dike.
Endamê Şaredariya Gel a bajarê Reqayê Mihemed Nûr El-Hindî diyar kir ku pêngava paqijkirinê di roja 3’an de dewam dike.
Mihemed Nûr El-Hindî anî ziman ku ew rojane kolanên bajêr pak dikin û pêngav wê heta 7 rojên din jî dewam bike.