Plana reforma NATO..Tirkiye bihêrs e, Almanya û Fransa piştevaniya planê dikin

Plana reformê ya NATO’yê ku Tirkiye jê bi hêrs e, Almanya û Fransayê piştevaniya xwe ya ji bo wê diyar kirin.

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas û yê Fransa Jean-Yves Le Drian ji bo plana pêşxistina NATO piştevaniya xwe diyar kirin.

Wezîran di daxuyaniya çapemeniya hevpar de ragihadin ku parpora ku ji aliyê kesên pispor ve hatî amadekirin û wê ji bo NATO gavek nû be girîge.

Maas û Le Drian, raste ras nebe jî ji ber tevgera Tirkiya ya li derveyî NATO dike, bertek nîşan dan û îşaret bi xalên hevpar yên endamên NATO kirin.

Di nava planên Refroma NATO yê de xalên ku dewleta tirkiye jê bihêrs dibe hene.

Yek ji van êdî wê bi vetoya welatekê tenê, biryar an jî pêşniyar neyên rakirin.

Back to top button