Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî li hemû herêmên xwe qedexeya derketina derve ya beşî ragihand.
Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî li hemû herêmên xwe qedexeya derketina derve ya beşî ragihand.
Qedexeya beşî wê ji sibe de li hemû herêmên Rêveberiya Xweser destpê bike û heta 20 vê mehê dewam bike.
Li gorî biryarnameyê wê hemû dikanên firotina hemû kelûpelên xwarinê heta saet 4 piştî nîvro vekirî bin, ji bilî sûkên mezin mîna sûka yekşemê, sêşemê û hwd.
Her wiha wê hemû saziyên Rêveberiya Xweser, dibistan û zanîngeh jî werin vekirin.
Li gorî biryarnameyê wê hemû cihên olî girtî bimînin û wê kombûyîn jî qedexe be.