Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser civiya û li ser guhertina benda 1 û 2 a madeya 4 a peymana Rêvberiyê erê kir.
Pêşinyara Meclisa Rêveber ku daxwaza avakirina komîteyekê ji bo nûsazkirina peymana Rêveberiya Xweser kiribû û sererastkirina benda 3 a madeya 4 a qanûna gumrikê û veguhestina desthilatên buroya bazirganiyê ji benda 1 û 2 a madeya 4 bo desteya aborê, kete dengdanê.
Piştî dengdanê, Meclisa Giştî ya Rêvberiya Xweser li ser pêşinyara Meclisê û guhertina benda 1 û 2 a madeya 4 a peymana Rêvberiyê muhir kir.
Di pişt re, hevserokên Meclisa Edaletê yên Herêma Cizîr, Firat, Tebqa û Dêra Zorê hatin diyarkirin.
Her wiha hevserokên Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê û endamên Meclisa Giştî jî hatin nîşandan.