Dewleta Tirk a dagirker li balafirgeha navçeya Qoser a Mêrdînê Çeteyan komdike wan derbasî Rojava dike.
Dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkeriya xwe Bakûr û Rojhilatê Sûrî berfireh bike di nava liv û tevgerê deye.
Hate ragihandin ku dewleta tirk ev demeke li xeta Zirgan, Tiltemir, Eyn Îsa jimara çete û çekên giran zêdekiriye û di nav liv û tevgerekî zêde deye.
Taybet hate gotin ku dewleta Tirk gûndên ku dagirkirine çekên giran bi cih dike.
îro jî ajansa Hawarê ragihand ku dewleta Tirk çeteyan bi rêya balafiran ve tîne balafirgeha navçeya Qoserê ya Mêrdînê.
Wan bi erebeyên sivîl di rêya leşkerî ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker a li xaka Bakurê Kurdistanê li hemberî sînor re, dibe herêmên Zirgan, Til Temir û Serêkaniyê
Li navçeya Şêran a Kobanê balafirek bêmirov a Tirkiyê kete xware
Li aliyekî din jî îro droneke dewleta Tirk dema ku li rojhilata bajarê Kobanê armanc dikir ku êrîş pêk bîne ket xwarê.
Dron li navçeya Şêran a rojhilatê bajarê Kobanê nêzî sînor dikeve xwarê.
Di êrişê de ziyanên madî û mirovî çênebûn.