Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Hemze Tolhildan li goristana Şehîd Dijwar a bajarê Hesekê oxir kir.
Girseyê piştî cenaze ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin ber bi goristana şehîd Dijwar a bajarê Hesekê ve ketin rê.
Li goristanê pişt marsîma leşkerî kesên axivîn ji sersaxî ji malbat şehîd re xwest û behsa têkoşîna şehîd Hemze Tolhildan kir.
Diya şehîd Hemze tolhildan Necah Dawûd jî axivî û got:
“Hemze heta roja şahadetê li ser fikrê Rêber Ocalan tevger kir.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd Hemze Tolhildan hat xwend û radestî malbatê hat kirin.
Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hate veşartin.