Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê bi pileya 5.6 erdhej çêbû.
Vê sibehê saet 09:00an li navenda Kavaktepe ya Xarpêtê, bi pileya hêza 5.6 erdhej pêk hat.
Têkildarî encama erdhejê çiqas zerar çêbûye û can windabûne yan na agahî hêj nehatiye parvekirin.
Li Amed, Sermsûr, Mêrdîn û Batman ên bakurê Kurdistan û Qamişlo û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê jî, erdhej hat hîskirin.