Nordic Monitor: Ji bo veşartina hevkariya Tirkiyê, teqînên bi zanebûn pêk hatin

Nordic Monitor a Swêdî ragihand ku bi zanebûna teqîn di cebilxaneyê Tirkiyê de pêk hatin da belgeyên hevkariya Tirkiyê bi DAIŞ’ê re bên veşartin.

Malpera Nordic Monitor a Swêdî belgeyên li ser istxbarata Tirkiyê, ji dosyayên Dadgeha bilind a 23 li Enqreyê bi dest xistin û bi raporekê ew, bi parve kirin.

Di raporê de, hat zanîn ku teqînên di cebilxanyên Tirkiyê de bi zanebûn pêk hatine, da têkiliyan Erdogan bi DAIŞ’ê re û destekdayîna wan bi çekan veşêrin.

Cebilxaneyên teqîn li wan pêk hatine jî, li bajarên Afyon û Ruha û li hin derverên Bakurê Girava Qibirsê yên di bin kontrol Tirkiyê de ne…

Nordic Monitor destnîşan kir ku Tirkiyê çek bi rengekî eşkere didan DAIŞ’ê.

Rojnameya Taraf di 2014’an de gotibû, li ser çekên DAIŞ’ê, nîşaneya çêkirina Tirkiyê hebû û ji ber vê yekê rojname hatibû rawestandin û rêveberê wê hatibû girtin.

Back to top button