Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên xwe erdên ku desteser kirine, veguherandine mizgeft.
Malperas Afrîn Post ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên xwe li şûna erdên şêniyên resen ên Efrînê, mizgeftan ava dikin.
Li gorî malperê, ev yek li gundê Basofan, Ebodan, Şerqan û gundên Cindirês pêk anîne.
Her wiha çeteyan avahiya şêniyekî Kurd a 8 qat, ku li Taxa Eşrefiyê ye, bi 3 hezar dolarî firot.