Şîlî..Polîsan hoqebazek kuştin, xwepêşandêran avhiya şaredariyê şewitandin

Li welatê Şîlî yê parzemîna başûrê Amerîka, xwepêşandêran ku ji ber kuştina hoqebazekî ji aliyê polîsan ve daketin qadan, avahiya şaredariyê şewatandin.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Şîlî de derketîn, li bajarê Panguipulli yê girêdayî herêma Los Rios ya li başûr welat dikeve, dema Francisco Martinez li hember polîsan nexwest nasnameya xwe bide, hatibû kuştin.

Ev yek bû sedema ku bi rojane li welat xwepêşandan ranewestin.

Hêrsa xwepêşandêran avahiya şaredariya Panguipulli şewitand.

Li bajarê Santiago jî xwepêşandêr li qadan bûn.

Xwepêşandêran li ser rê tekir şewitandin û di navbera wan û polîsn de pevçûn derket.

Polîsan 17 kes binçavkirin.

Xwepêşandêr tevî serbest berdana kesên hatîn girtin, daxwaza reforma aborî û îstifakirina Serokwezîr Sebastian Pinera dikin.

Back to top button