Amadekariyên lidarxistina kongreyeke niştimanî ji sedî 75 bi dawî bû

Komîteya amadekar a kongreya niştimanî ya hêz û kesayetên demokratîk ên Sûriyê, ji sedî 75 amadekariyên lidarxistina kongreyê bi dawî kir. Endamê komîteya amadekar Elî Rehmûn destnîşan kir ku danûstandin berdewam in û dibe ku di Havînê de kongre li dar bikeve.

Ji sedî 75 amadekariyên lidarxistina kongreyeke niştimanî li Sûrî bi dawî bû.

Bi piştgiriya MSD’ê, hêz û siyasetmedarên opozîsyonê yên Sûriyê amadekariyên yekîtiya xwe dikin da ji aloziya Sûriyê re çareseriyekê misoger bikin.

Ev kongre wekî berdewama xebatên berê yên MSDê ye, armanca wê ew e ku piştgiriya rêgeha demokratîk bike.

Beriya niha meclisa li Ewropa 5 komxebat li dar xistin û li Sûriyê jî 3 komxebat û kongre ku ji Tîrmeha 2018an de dest pê kiribûn, li dar xistin.

Li gorî encamên civîna ku di 8 û 9ê Sibata 2020an de li Brukselê li dar ketibû, komîteya amadekar hate avakirin, da zemînekê ji bo diyalogan deyîne.

MSDê, wê demê 10 endamên komîteya amadekar a kongreya hêz û kesayetên opozisyona demokratîk hilbijart û jê xwest amadekariyên lidarxistina kongreyê bike.

Elî Rehmûn: Em ê bi wezaretên dervê yên DYA, Fransa û Swêdê re hevdîtinan çêkin

Têkildarî mijarê, endamê komîteya amadekar Elî Rehmûn diyar kir ku hîna danûstandinên wan bi hêz û kesyatan re berdewam e û got:

“Niha bi beşdarbûna kesayetên girîng, em li ser amadekirina reşnivîsekê ji bo kongreyê dixebitin.

Em ê bi wezaretên karên derve yên Amerîka, Fransa û Swêdê jî ku fikira kongreyê qebûl kirine, hevdîtinan çêkin.”

Elî Rehmûn da zanîn ku armanc ji hevdîtina bi aliyên navneteweyî re ew e ku piştgiriyeke navneteweyî ji kongreyê re qezenc bikin.

Rehmûn eşkere kir ku komîteya amadekar ji sedî 75 amadekariyên kongreyê bi dawî kiriye û dibe vê Havînê li dar bikeve.

MSD ji roja destpêkê de, hewl dide hejmareke herî mezin a aliyên opozîsyona demokratîk kom bike û bi rêya ger, diyalog û hevdîtinên li derve, yekîtiya opozîsyona Sûrî li hundir çêbike.

Back to top button