Berpirsa Nivîsgeha Partiya Nûjenî û Demokratîk a Sûriyê ya li Şedadê Samiya El-Xeşûf da zanîn ku kuştina xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser hewldaneke ji bo derxistina fitneyan û têkbirina ewlehiyê ye.
Samiya El-Xeşûf diyar kir ku şaneyên DAIŞ’ê rasterast sivîl, rûsipî û karmendên di nav saziyên Rêveberiya Xweser de armanc dikin, da şêniyan bitirsînin.
Samiya anî ziman ku di parastina ewlehî û aramiyê de ew xwe dispêrin şêniyên herêmên, lewma divê li dijî planên terorîst ku kesên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêyî cudahî dikin hedef, bisekinin.
Samiya El-Xeşaf destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ bi piştgiriya hin kesan hewl didin projeya Rêveberiya Xweser lawaz bikin.