Çavkaniyên îstixbaratê da xuyakirin ku îstixbarata Îsraîlê zanyarê nûkleerê yê Îranî Muhsîn Fexrîzade bi bombeyek ku giraniya wê tonek e û bi tevkriya 20 ajanan, kuşt.
Rojnameya The Jewish Chronicle ya Brîtanyayê ji çavkaniyên îstixbaratê ragihand ku zanyarê nukleerê yê Îranê Muhsîn Fexrîzade di meha Mijdara 2020’an de li nêzî Tehranê hate Kuştin.
Rojnameyê diyar kir ku ev yek bi derbaskirina ajanên îstixbarata Îsraîl (MOSSAD) ya derbasî Îranê re pêk hat.
Li gorî çavkaniyan zêdetirî 20 ajanên ji Îsraîl û Îranê piştî ku 8 mehan çavdêriya Fexrîzade kir, bi rêya kemînekê kuşt.