Li Efxanistanê, di encama êrîşekê li ser karwaneke NY de, 5 leşkerên artêşa welat hatin kuştin.
Li gorî agahiyên çavkaniyek ewlehî, duh li nêzî Kabûla paytext, kesine nenas êrîşî karwaneke NY kir û di encamê de, 5 leşkerên Efxan hatin kuştin.
Piştî Tevgera Talibanê bi êrîşê hat tawanbarkirin, berdevkê tevgerê yekser ragihand ku tiliya wan di êrîşê de tune ye.