Di bin sîwana Akademiya MA Muzîk û Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, bi rêya onlinê perwerdeya zimanê Kurdî û Muzîkê tê dayîn.
Li seranserî Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê zarok tevlî perwerdeyê dibin.
Zarok hem zimanê Kurdî, hem jî Muzîka Kurdî fêr dibin.
Koordînatorê Akademiya MA Muzîkê Şêrko Kanîwar, der barê xebatê de axivî û anî ziman ku ji bo hebûna civakê, divê ziman bê parastin.
Şêrko Kanîwar destnîşan kir ku wan bi 4 malbatên li Netherlands dest bi perwedeya ziman kir û niha bi dehan xwendekar hene.
Kanîwar anî ziman ku ji Ewropa û bajarên Tirkiyê zarok tevlî pewerdiyê dibin û bi gotina “Werin em bi hev re bi muzîkê şa bibin û hînî zimanê xwe bibin,” bang kir.