Di operasyonên ewlehiyê yên li herêma Qendehar a başûrê Efxanistanê de, herî kêm 37 endamên tevgera Talîban hatine kuştin.
Wezareta Parastinê ya Efganistanê îro bi daxuyaniyekê eşkere kir ku duh li herêma Qendehar hêzên ewlekariyê operasyonên bejahî û hewayî pêk anîne.
Di encamê de herî kêm 37 endamên tevgera Talîban hatine kuştin.
Wezaretê diyar kir ku hêzên wan di wan operasyonan de nêzî 90 motorsklê desteser kirine û miqdarek mezin ji çekên girêdayî Talîban bêkêr kirine.