Li ser sînorê Etiyopya û Somalya zarok û jin di xew de tên kuştin.
Di şerê li ber sînorê herdû welatan de herî kêm 100 sivîl hatine kuştin.
Komîserê Polîsên Navçeya Afer ya navbera sînorê Etiyopya û Somalê Ehmed Humed ragihand ku ji 2 Nîsanê ve li herêma Afer ya li ber sînorê Somalê şer didome û heta niha nêzî 100 sivîl hatine kuştin.
Ehmed Humed ji êrîşên bixwîn yên li ser herêma Afarê hêzên herêmî yên Somalê tewanbar kir û got:
Hêzên Taybet yên Somalê bi çekên giran êrîşî herêmên Haruk û Gewana kirin, zarok û jin di xew de kuştin.
Berdevkê Somal yê herêmê Elî Bedel jî bi daxuyaniyekê got:
Di encama şerê 2 Nîsanê de 25 kes hatine kuştin.
Îro jî hijmarek nediyar ji sivîlan hatin kuştin.
Herdû alî êrîşên xwe înkar dikin û ji destpêkirina êrîşan hev tewambar dikin.
Nayê zanîn ku 25 kuştiyên ku Elî Bedel îdîa kir di nava 100 kuştiyên ku Ehmed Humed ragihandî de hene yan na.