Li Tebqayê rûspiyekî êla El-Ecîl hat birîndarkirin

Li Tebqayê, rûspiyekî êla El-Ecîl bû armanca êrîşeke çekdarî û bi giranî hat birîndarkirin.

Ajansa nûçeyan ANHA’yê ragihand ku şeva Pêncşemê, rûspiyekî êla El-Ecîl ê bi navê Ebulkerîm Salih El-Hewaş ji aliyê 4 çekdarên nenas ve, ku li erebeyekê siwar bûbûn, hat armanckirin.

Li gorî ajansê, ev armanckirin li kolana El-Erîd a li sûka navendî ya bajêr çêbû û tê de rûspiyê êla navborî bi giranî hat birîndarkirin û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Back to top button