Çalakvanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbarê tecrîda li ser rêber Apo diyar kirin rêber Apo ji bo azadî û rizgariya jinan têkoşîneke mezin kir û bang li hemû jinan kirin ku ji bo azadiya wî têbikoşin.
Dewleta Tirk a dagirker ji dema ku Rêber Abdullah Ocalan girtiye, heya niha tecrîdeke giran li ser dimeşîne.
Ji 2019’an ve jî rê nade ku parêzer û malbat pê re hevdîtinan pêk bînin.
Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de bang li jinan kir ku serî hildin û ber bi azadiyê ve biçin.
Ji lewra jin gelekî bi fikir û felsefeya Rêber APO ve girêdayî ne.
Derbarê mijarê de, Çalakvanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerînên xwe anîn ziman:
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir da zanîn ku Rêber APO mîrasek da jinan ku bi sedsalan jê bêpar mabû û fikrê xwe xist xizmeta zindîkirina bîrweriya gelan.
”Serketina jinan di şoreşê de girêdayî serketina wan a di perwerdê de ye”
Endama Rêxistina Sara, Foziyê Hinêfî jî destnîşan kir ku Jinan bi rêya azadiya ku Rêbertî da wan xwe nas kir û gavên mezin avêtin.
Emîne û Foziyê di dawiyê de bang li jinan kirin ku herî kêm dakevin qadan û banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin.