Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 78 kesên din bi Coronayê ketin, 3 jî mirin

Li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî 3 kesên din ji ber vîrûsa Coronayê jiyana xwe ji dest dan.

Desteya Tenduristiyê ya herêmê ragihand ku 78 kes jî bi Coronayê ketin.

Hevserokê Desteyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku kesên mirî yek ji Hesekê ye û 2 ji Qamişlo ne.

Ciwan Mistefa da zanîn ku li herêmê 3 kes jî ji vîrûsa Coronayê baş bûne.

Heta niha li herêmê 17 hezar û 441 kes bi Coronayê ketine, ji wan 717 mirine û hezar û 766 kes jî baş bûne.

Back to top button