Talîbanê kuştina berpirsyarê têkiliyên hikumeta Efxan girt ser xwe

Şefê servîsa têkliyên hikûmeta Efxan Dawa Xan Manapla hat kuştin.
Talîbanê ev êrîş girt ser xwe.

Berdevkê Wezareta Karê Deve yê Efxan Mîwaîs Stanîkzayî li ser WhatsAppê peyam da û diyar
Dawa Xan Menapal ê li ber propagandayên dijmin li ber xwe dida, di nimêja Înê de kuştin.

Ji berdevkên Talîbanan Zabîhûllah Mûcahît jî li ser WhhatsAppê daxuyanî da û got: “Şefê navenda peywendî û medyaya rêveberiya Kabîlê di encama êrîşeke taybet a mûcahîdan hatiye kuştin.”

Menapal berê weke berdevkê Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî xebitîbû.

Talîbanan di daxuyaniya xwe ya roja Çarşemê dayî de ragihandi bû ku wê li ser bersivdayîna êrîşa hewayî ya Efanî wê êrîşên li ser rayedarên hikûmetê yên asta jor pêk bînin.

Di rojên dawî de artêşa Efganistan û Emerîka li gelek bajaran êrîşên ku pêşveçûna Telîbanan asteng dike kirin.

Talîbana roja Sêşemê li dijî mala Wezîrê Parastinê lBîsmîllah Mûhammedîi Kabîlê êrîşek kiribû û ew êrîş girtibû ser xwe. Di vê êrîşê de 8 kes miribûn, Wezîr Mûhammed rizgar biribû.

Back to top button