Îbrahîm Mihemed: Şoreşa rojava têkilên Kurd û Ereban xurtir kir

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Îbrahîm El-Mihemed diyar kir ku şoreşa rojava têkiliyên civaka Kurd û Ereb xurtir kir.

Îbrahîm El-Mihemed da zanîn ku ji ber Rêber Abdullah Ocalan girîngiyê dide têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de, li şûna netewdewletê, projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir. Ev proje ya ku yekîtiyan gela esas digre, roleke diyar ker lîst.

Îbrahîm got ku bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê û pêkanîna projeya neteweya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de xurtir bûn.

Îbrahîm El-Mihemed diyar kir ku têkiliyên Kurd û Ereban girîngtirîn projeya parastina herêmê û parastina dîrok û mîrasa wê ye.

Di dawiyê de Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bang li nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîrên Kurd û Ereb kir da ku her du pêkhateyan nêzî hev bikin.

Back to top button