HPG: Em ê hesabê komkujiyên li ser gelê Kurd ji dewleta Tirk bipirsin

Ibrahîm Hesen 13’ê Tebaxê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li gundê Dêşîşê yê Kanî Masiyê şehîd bûbû. HPG’ê sersaxî ji malbata Hesen re xwest û diyar kir ew ê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê Îbrahîm Hesen ê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker a ku nikare berxwedana Gerîlayên Azadiyê bişkînin, bi awayekî hovane êrişî gelê Kurd ê sivîl dike û wiha hat gotin;

“Li herêmên ku berxwedana gerîlayan didome, cih û warên gel bombebaran dike û mirovên me dikujin. Dixwazin Kurdan ji van herêman derxînin û di plana xwe ya dagirkeriyê de gaveke din biavêje. Lê gelê me yê welatparêz ê Başûrê Kurdistanê li hemberî van polîtîkayên dijmin dev ji axa xwe bernadin û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker pûç dikin.”

HPG’ê diyar kir ew ê hesabê van kuştinan ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.

Back to top button