Li Şehbayê mayineke DAIŞ’ê bi 2 zarokan ve teqiya, di encamê de her du zarok birîndar bûn.
Duh, dema zarokên bi navên Ehmed Reşo (12) û Mistefa Nûrî Hebeş (15) li derdora mala xwe ya li gundê Mezari Til Şiîr yê bajarokê Babinis ê Şehbayê dilîstin, mayinek bi wan ve teqiya û birîndar bûn.
Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê.
Li gorî bijîşkan, rewşa Ehmed Reşo giran e û hîna di bin çavdêriyê de ye, û rewşa Mistefa Hebeş jî sivike.
Bavê Ehmed Reşo, Ehmed Menan Reşo ji ANHA’yê re got: “Duh dema her du zarokan li derdora malê dilîst, mayinek bi wan ve teqiya û kurê min bi giranî birîndar bû.”