Rêveberiya tenduristiyê ya Dêrazorê beşa 3 a derziyên dijî vîrûsê belav kir

Rêveberiya Tenduristiyê ya Dêrazorê pêngava sêyemîn a belavkirina derziyên li dijî vîrusa Coronayê li herêma Rojhilatî Dêrazorê da destpêkirin.MIX:

Piştî belavbûna beşa yekemîn a derziyên li dijî vîrusa Coronayê li şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê, Rêveberiya Tenduristiyê ya girêdayî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêngava sêyemîn a dayîna derziyan da destpêkirin.

Di pêngavê de derziyên li dijî Coronayê didin kesên ku berê carekê li xwe xistine û kesên ku tu carî derzî li xwe nexistine.

Têkildarî mijarê, serokê tîma tenduristiyê ya çavdêriya belavkirina derziyan, Mihemed Ewad El-Şewax diyar kir ku wan derziyên li dijî vîrusa Corona ji Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, wergirtine.

El-Şewax ragihand ku li navenda tenduristiyê ya bajarokê Mihêmîda derzî tê dayîn.

El-Şewax eşkere kir ku derziyan didin kesên ku berê carekê li xwe xistin û kesên ku tu carî li xwe nexistine.

Mihemed Ewad El-Şewax destnîşan kir ku derziyan didin kesên ku temenê wan di ser 18 salî, xebatkarên tenduristiyên û nexweşên giran,

Ev pêngava derzîkirin îro dest pê kir û wê nêzî 20 rojan dewam bike.

Back to top button