Dagirkeriya Tirk bi 211 top û hawanan gundewarên Minbicê kir armanc

Êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser herêmê ranawestin.
Tenê di hefetya borî de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundewarên Minbicê bi 211 top û hawanan kir armanc.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku dagirkeriya Tirk hêza xwe ji bêdengiya civaka navneteweyî digire û êrîşê herêmê dike.

Êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranawestin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê, bi çekên giran êrişê gundewarên bakur û rojavayê Minbicê kir û sivîlên wê kir armanc.

Dagirkeriya Tirk ji bargeha xwe ya li gundê Yaşlî û gundê Toxara Biçûk ya li bajaroka Bab ya dagirkirî êrişî Gundewarên Minbicê kir.

Dewleta Tirk bi çekên giran bi dehan gundên Minbicê ji nav wan gundên Boxaz, um Edese, Dendeliye, Qirtwêran, Toxara Mezin, Erîme û Hoşeriyê, topbaran kir.

Ji ber êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê, jinek birîndar bû, her wiha ziyan li malûmik û zeviyên sivîlan bû.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di vê derbarê de ji Ajansa Hawarê re axivî û diyar kir ku di hefetya borî de, dagirkeriya Tirk bi zêdetirî 211 top û hawanan gundewarên Minbicê topbaran kir.

Şervan Derwîş: Ji ber bêdengiya civaka navdewletî, dagirkeriya Tirk êrîşên xwe zêde dike

Şervan Derwîş anî ziman ji dema rizgarkirina bajarê Minbic û gundewarên wê ji destê çeteyên Daiş’ê, êrîşên dagirkeriya Tirk li ser herêmê ranewestiyane.

Derwîş da zanîn ku ji ber êrîşên giran, sivîlên li gundewasrên Minbicê neçar dimînin ji gundên xwe derkevin.

Derwîş bal kişand li ser bêdengiya civaka navdewletî û da zanîn ku Dewleta Tirk hêza xwe ji wê bêdengiyê digire û êrîşên xwe li ser herêmê giran dike û li ber çavên cîhanê pîvanên navnetweyî bin pê dike.

Şervan Derwîş: Parastina gelê me û bersivdayîna êrîşan mafekî rewa ye

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş teqez kir li dijî van êrîşan, parastina gel û herêmê û bersivdayîna van êrîşan mafekî wan a rewa ye û li gorî pîvanên navnetweyî ne.

Back to top button