YPG: 23 û 24 Îlonê ti şervanên me şehîd nebûne

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel-YPG’ê ragihand ku îdîayên wezareta parastinê ya Tirk têkildarî êrişa li dijî hêzên wan bi temamî ji rastiyê dûr in.
YPG’ê ragihand ku 23 û 24 Îlonê ti şervanên wan li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de şehîd nebûne.

Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk ragihand ku hêzên YPG’ê li herêmên di bin kontrola wan de ketin nava hewldana êrişê.

Wezaretê îdîa kir ku di encama bersivdayîna wan de 11 endamên YPG’ê hatine kuştin.
Li ser mijarê Navenda Ragihandinê ya YPG’ê agahî bi raya giştî re parve kir.

Navendê eşkere ku ku îdîayên wezareta Tirk bi temamî ji rastiyê dûr in û got:

Dewleta dagirker a rojane êrişê sivîlan dike, bi belavkirina nûçeyên dewre, dixwaze bi ser sûcên xwe ên şer de bigre.

Divê were zanîn ku nûçeyên 23 û 24 Îlonê hatin belavkirin derew in .

Ti hevalên me li wan herêman şehîd nebûne.

Back to top button