Di şerê li 2 parêzgehên Yemenê de zêdeyî 60 kes hatin kuştin

Li Yemenê şerê deshilatê gur bûye.
Li parêzgehên Marib û Şebwayê di navbera artêşa welat û Hûsiyan de şer dijwar bûye.
Di nava 24 saetên dawiyê de bêtirî 60 kes ji herdû aliyan hatin kuştin.

Çavkaniyekî leşkerî ser bi hêzên hikumetê ve ji marpela Al-Hurra re diyar kir ku di şerê 24 seatên dawî yên li parêzgehên Marib û Şebwayê de 58 Hûsî û 9 leşkerên hikumetê hatin kuştin.

Hûsiyan di Sibata borî de opersyonên xwe yê leşkerî zêde kirin da ku Marib kontrol bikin.

Parêzgeha Marib ya dikeve bakurê welat, herêma herî dawî ya di destê artêşa Yemenê de mayî ye.

Tevî hemû bangên agirbestê li herêma qala wê tê kirin bi mehane şerê dijwar rûdide.

Di encama van şeran de bi sedan endamên her du aliyan hatin kuştin.

Piştî ku paytexta Sana 2014’an kete destê Hûsiyan, şerekî giran dest pê kir.

Li gorî rêxistinên mafê mirovan bi deh hezaran kes mirin.

NY’yê diyar kir bi milyonan kes mecbûr man ku koçber bibin.

Her wiha pêwistiya 16 milyon Yemenî ya bi alîkariya mirovî jî heye.

Back to top button