Komseriya Ewropa: YE wê dest bi hilweşînê bike

Krîza “Polexit” êdî mijara hilweşîna YE xistiye niqaşê.
Komsera Ewropa Jourova got, YE ger li dijî dozgeriya Polonya bertek nîşan nede wê Ewropa tevahî hilweşe.
Serokwezîrê Polonya jî ragihand ku nûçeyên li derbarê derketina wan ji YE nerast û bêbingehin.
Dozgeriya Polonya jî di biryara xwe de israr dike.

Krîza navbera welatên endamên Yekîtiya Ewropa û Polonya de gur dibe.

Gefxwarinên endamên yekîtiyê li dijî Warşow aloziya heyî dide xuyakirin.

Komisera YE ya ji Komara Çekya Vera Jourova bi awayekî eşkere got;

“Ger em rêz ji prensîba ku rêzikên wekhev ên li Yekîtiya Ewropayê re negirin, wê tevaya Ewropa dest bi hilweşînê bike.”

Ger em li her devera YE wekhev piştevaniya qanûnên Ewropa nekin, ev yek tê wateya hişweşandina Ewropa ya giştî.

Vera Jourova diyar kir ku ji ber vê yekê pêwiste helwest li dijî dozgeriya destûra bingehîn ya Polonya were nîşandan.

Wezîrê Karên Derve yê Polonyayê Zbigniew Rau biryara dadgehê parast û işaret bi Almanya û Fransayê kir.

Yekşemê li seranserî welat bêtirî 100 hezar kes li dijî derketina ji YE meşiyabûn.

Polonya biryara dadgeha bilind diparêze

Warşovayê ragihand ku ew li pişt biryara Dadgeha Destûra Bingehîn nin.

Wezîrê Dadê yê Polonî Rau got,

“Dadgeha Destûra Bingehîn a Polonyayê piştrast kir ku zagonên YE tenê li herêmên ku erk ji bo wan hatî dayîn li pêşin.”

Fransa û Almanya welatên yekem bûn ku biryara dadgeha Polonî rexne kirin.

Wezîrê Karûbarên Ewropî yê Fransayê Clement Beaune ev biryar ew wekî “êrîşek li dijî Yekîtiya Ewropî” binav kir.

Wezîrê Derve yê Alman Heiko Maas ji Polonya xwest ku rêz ji tevahî qanûnên hefbeş re bigre.

Bruksel demên dawî mijarên serxwebûna darazê, azadiya çapemenî û nirxên demokratîk ên welatan rexne dike.

Tevî van aloziyan jî egeriya wê yekê nîne ku Bruksel dengên Polonyayê yên di YEyê de bide sekinandin.

Serokwezîrê Polonya Morawiecki: Nûçeyên derketina Polexit, nerastin

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki îdiayên ku dibêjin plana “Polexit” a hikûmeta wî heye derewand.

Morawiecki îdîayên weha bi tevahî ne rast, “nûçeyên derewîn” û weke “efsaneyek bi zirar” binav kir.

7’ê Cotmehê, dadgeha destûra bingehîn biryara dabûn ku qanûnên wan di ser ên Yekîtiya Ewropayê re ne.

Ji ber vê yekê ewê qanûnên xwe pêk bînin.

Keroka Komisyona YE Ursula von der Leyen jî ev gav weke metirsîdar anîbû ziman.

Dîwana Edaletê ya Ewropayê komîteya dîsîplînê ya ku li dijî dadgerên li Dadgeha Bilind a Polonî hatî damezirandin û awayê tayînkirina wan rexne dike.

Back to top button