Hêzên QSD’ê li herêmên Hesekê û Dêra Zorê 6 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Operasyonên taybet yên hêzên QSD’ê û Koalîsyona navnetewî ya li dijî liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê dewam dikin. Îro li herêmên Hesekê û Dêra Zorê Yekîneyên dijî Terorê yên QSD’ê û hêzên koalîsyonê di encama operasyonên taybet de 6 çeteyên şaneyên DAIŞ yên veşartî girtin.

QSD’ê têkildarî operasyonê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û ev agahî parve kir;

8’ê Cotmehê Yekîneyên Dijî Terorê yên QSD’ê bi desteka Koalisyona Navetewî li gundewarê Dêra Zorê opeasyoneke ewlehiyê pêk anîn.

Di operosyonê de çeteyekî DAIŞ’ê ku li ser veguhestina çekan, madeyên teqemeniyê û plankirina êrîşên li dijî nuqteyên leşkerî û ewlehiyê dixebitî, hate girtin..

9’ê Cotmehê de jî, yekîneyan li bajarokê Şeife yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dijî şaneyeke DAIŞ’ê operasyoneke ewlehiyê li dar xist.

Di operasyonê de 4 endamên şaneyê, yek ji wan serçete hatin girtin. Her wiha çek, alavên leşkerî, teknîk û belgeyên bi wan re hatin desteserkirin.

12`ê Cotmehê, yekîneyên taybet tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê rojhilatê Hesekê operasyoneke ewlehiyê li dar xist.

Di encama operasyonê de berpirsekî veguhestina pereyan ji malbatên DAIŞ’î yên li kampa Holê li derdora bajarokê Holê hat girtin.

Hat diyar kirin ev operasyon di çarçoveya xebatên domdar û hevbeş di navbera QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî de tên lidarxistin.

QSD’ê da zanîn, armanc pûçkirina şaneyên DAIŞ`ê ye û rêgirtina li çalakiyên terorîst ên gefan li jiyana sivîlan û aramiya herêmê dixwin.

Back to top button