ENDAMÊ HÊZÊN EWLEHIYA HUNDIRÎN EHMED HISÊN LI DÊRA ZORÊ HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Dêrazorê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Ehmed Hisên bi merasîmekê li goristana Şehîd Xidir El-Hemade oxirkirin.

Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn ê Dêrazorê Ehmed Hisên El-Erbat 5’ê Gulanê dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Dêrazorê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Xidir El-Hemade ya li herêma Ebû Xeşeb ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî gelek axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn rola şehîdan di parastina ewlehiya herêmê ji êrîşên şaneyên veşartî de destnîşan kir.

Her wiiha berxwedan û têkoşîna şehîdan jî silav kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Ehmed di nava sloganan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button