OPERASYONA IDLIBÊ DAGIRKERIYA TIRK LI SÛRIYÊ LAWAZ DIKE

Bi despêkirina nêzîkbûna helwestên Mosko û Washingotinê û despêkirina operasyona Idlibê re, rêjîma AKP ber bi binketinê ve diçe.
Ji bo vê jî, dîplomasiyê Erdogan kete nava liv û tevgerê.
Bi taybetî bi Rûsyayê re.
Erdogan bi vê yekê hewl dide agirbestekê li Idlibê bi dest bixe da ku çeteyên xwe biparêze.

Operasyona Idlibê du hefte li pey xwe hişt.

Li beranberî vê, rewşa rêjîma AKP roj bi roj xirabtir dibe.

Bi taybetî jî, piştî nêzîkbûna helwestên Mosko û Washingtonê û pêşketinên hêzên rêjîma Sûrî li ser erdê.

Bi vê nêzîkbûnê re, wê Idlib ji destê Erdogan derkeve û êdî Erdogan nema dikare çeteyên xwe biparêze.

Ji bona agirbestekê li Idlibê bi dest bixe, rêjîma AKP bi Moskoyê re kete nava seferberiyeke diplomasî.

Li gorî çavdêrên leşkerî, hêzên rêjîma Sûrî heman rêbaza ku li Heleb û Xûtaya Rojhilata meşandibû, li Idlibê jî dimeşîne.

Xuya dibe ku operasyona Idlibê ne weke Rûsya ragihandibû, tenê ji bo pêkanîna fişaran li dijî Tirkiyê ye.

Li gorî daneyên heyî û pêşketinên li ser erdê, rêjîm hewl dide tevahiya Idlibê ji çeteyên dagirkeriya Tirk bistîne.

Ya ku vê yekê teqez dike, ew e, hêzên rêjîmê gelek eniyên şer li herêmên qaşo “bêçek” vekiriye.

Vê yekê hişt serokê rêjîma AKP Erdogan bi riya telefonê li serokê Rûsyayê Putin bigere.

Her wiha hişt ku wezîrê parastinê Hûlûsî Akar li hempîşeyê xwe yê Rûsî Sergey Shoygo bigere.

Hemû çavdêr dibînin ku berpirsayriya sereke ya rewşa Idlibê, dewleta Tirk e, ji ber ku rê ji çeteyên Hey’et Tehrîr Şam re vekir û Idlib bi temamî ket bin dagirkeriya wan.

Ev jî bi xalên hevpeymanên Astana û Soçî bi nakok bû.

Çavdêr dibînin ku eger Emerîka û Rûsya der barê Sûriyê de li hev bikin, wê dawî li rola dewleta Tirk a dagirker were.

Li gorî ku çavdêr destnîşan dikin, pêwîstiya Emerîka bi sarkirina eniya şer bi Rûsyayê re heye.

Bi taybetî, piştî mezinbûna aloziya wê bi Îranê re.

Bi kurtasî, şerê Idlibê rewşa Erdogan û rêjîma wî kambax kir.

Leave a Reply

Back to top button