Rêveberiya Xweser alîkarî da malbatên ji taxa Xwêran ên koçber bûne

Di encama êrişên çeteyên DAIŞê li ser girtîgeha Xiwêranê, bi dehan malbatên li taxa Xiwêranê berê xwe da taxên biewle yên bajarê Hesekê. Saziyên Rêveberiya Xweser alîkarî li malbatan belav kir û pêdiviyên wan bi cih anîn…

Derdor 65 malbat ji taxa Xiwêran ji ber êrişên Daiş’ê berê xwe dan taxên din ên Hesekê..

Hevseroka Meclisa Giştî ya PYD’ê ya bajarê hesekê Samiya Ehmed li ser mijarê got:

“Ji bo malbatên ku di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê de ji malên xwe derketin me ew li cihên ewle bi cih kirin û pêdiviyên wan bi cih anîn..”

Samiya Ehmed diyar kir ku bi piştgiriya saziyên rêveberiya Xweser wan cih û pêdiviyên jiyanî ji van malbatan re peyda kir.

Back to top button