LI JAPONYAYÊ ÊRÎŞ.. ZAROKEK Û JINEK JIYANA XWE JI DEST DA Û 17 BIRÎNDAR BÛN

Li bajarekî Japonyayê êrîşek bi kêrê pêk hat. Di encamê de xwendekarek û jinek jiyana xwe ji dest da û 17 birîndar bûn.

Îro sibehê zilamekî ku zêdeyî 30 salî ye li bajarê كاواساكي li bakurê paytexta Tokyoya Japonya bi kêrê êrîşî komeke zarokên li dibistanê kir.

Li gorî televîzyona HK’ê êrîşkar piştî kêr li wan xist, kêr li qirika xwe jî xist ku paşê bi birîna xwe mir.

Televîzyonê got 2 kêr li deverê hatin dîtin.

Lê ti aliyekî fermî ev yek teqez nekir.

Ev êrîş li êstgeh ango stasyonek basan gava zarokan berê xwe didan dibistanê pêk hat.

Zarok li nexweşxanyê li gel dayîka xwendekareke din jiyana xwe ji dest da.

Bijîşk dibêjin rewşa 5 birîndaran giran e.

Leave a Reply

Back to top button